Bakû-SANA
Şanda Komara Sûrîyê bi serokatîya Wezîrê Karên Giştî û Niştecihkirinê Mistefa Ebdilrezaq û beşdarîya Parêzgarê Şamê Mahir Merwan Idlibî, ligel Komîteya Hikûmetê ya Plansazîya Bajarvanîyê û Endezyarîya Avahîsazîyê li Azerbaycanê bi serokatîya serokê komîteyê Anar Guliyev, asoyên hevkarîya di warên plansazîya bajarvanîyê û geşepêdana bajêr de gotûbêj kirin. Ev hevdîtin li kêleka karên 13emîn Foruma Bajarvanîyê ya Cîhanî (WUF13) ku li Bakûya paytexta Azerbaycanê tê lidarxistin, pêk hat.
Her du alîyan di civîna ku duh Yekşemê li Bakûyê hat lidarxistin, tekezî li ser pêwîstîya xurtkirina hevkarîya teknîkî û dezgehvanî di navbera her du welatan de kir. Her wisa behsa mifawergirtina ji ezmûnên nûjen di jinûveavakirin, rêkxistina bajarvanîyê û bajarên zîrek de hat kirin, bi awayekî ku beşdarî piştevanîya hewldanên geşepêdana domdar û başbûna bajarvanîyê bibe.
Ezmûna jinûveavakirina li herêmên Qerebaxê û wêranîya mezin ku li wir çêbûbû hat behskirin. Her du alîyan bal kişand ser xalên wekhevîyê bi rewşa Sûrîyê re di warê qebareya zîyan û kêşeyên girêdayî qonaxa başbûn û jinûveavakirinê.