Enqere – SANA
Tirkîyê li New Yorkê bi fermî dest bi piştgirîya hewldanên navneteweyî kir ji bo alîkarîkirina hikûmeta Sûrîyê di rûbirûbûna paşmayên çekên kîmyawî de, yên ku ji rejîma Esed mane. Ev pêngav wek cîbicîkirina biryara Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ya cotmeha 2025an hat, ji ber sirîyeya bernameya berê û kêmbûna şîyanên teknîkî yên navxweyî.
Hikûmeta Sûrîyê û hêza erkdar a navneteweyî (ku Tirkîye, Qeter û alîyên rojavayî di nav de ne) mekanîzmayek ava kirin ji bo dîtin û jinavbirina paşmayên çekên kîmyawî, bi pêşkêşkirina piştgirîya teknîkî û lojîstîkî û hevahengîya navneteweyî, da ku kontrola tam li ser vê dosyayê misoger bikin.