Şam-SANA
Wezîrê Parastinê Lîwa Murhef Ebû Qesra duh Înê bi rêya telefonê ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Parastinê li Dewleta Qeterê Şêx Siûd bin Ebdulrehman bin Hesen Al Sanî axivî.
Di peywendîyê de geşedan û guhertinên ewlehîyê yên dawî li herêmê hatin nirxandin, her wiha hêlên hevkarî û hevahengîya hevbeş di bin şert û mercên heyî de hatin gotûbêjkirin.