Waşington-SANA
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrîyê Thomas Barrack tekez kir ku êrîşa terorî ku duh li nêzî bajarê Tedmurê qewimî, piştrast dike ku rêxistina DAIŞê ne tenê li ser Sûrîyê metirsî ye, lê gefê li ewlehî û aramîya cîhanî jî dixwe.
Barrack îro li ser hesabê xwe yê Xê, tekezî li ser hevkarîyên xurt ên di çarçoveya Hevpeymanîya Navdewletî ya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê kir, ligel piştgirîya pabend a welatên hevalbendên hikûmeta nû ya Sûrîyê.
Barrack amaje bi wê yekê jî kir ku rêgirtina li ber vegera DAIŞê li Sûrîyê pêngaveke bingehîn pêk tîne û da zanîn ku berdewamîya êrîşên wê rêxistinê, wan zextên zêde nîşan dide ku bi saya piştgirîya Amerîkî rûbirûyî wan dibe, di nav de operasyonên ku Artêşa Sûrîyê di bin serokatîya Serok Ehmed El-Şeri’ de pêk tîne.
Hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê û hêzên Amerîkî duh di dema pêkanîna gereke meydanî ya hevbeş de, li nêzî bajarê Tedmurê rastî êrîşeke terorî hatin, di encamê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatin kuştin, ligel birîndarbûna du endamên ewlehîya Sûrîyê.