Şam – SANA
Nûnerên 15 welatên endamên Encumena Ewlekarîyê, îro bo yekem car ji dema damezrandina Encumenê di sala 1945an de, serdana Sûrîyê dikin. Ev serdan hevdemî salvegera Rizgarîya ji rêjîma hilweşîyayî û serkeftina şoreşa gelê Sûrîyê ye, her wisa tekezî ye li ser sekinîna civaka navdewletî li kêleka Sûrîya Nû û piştevanîya wê di qonaxa jinûveavakirin û çespandina serwerî û aramîyê de.
Destê sibehê, nûnerên welatên endam gihîştin derîyê sînorî yê Cidîdet Yabûs li gundewarê Şamê, û ji wir çûn taxa Cober ya Şamê ji bo dîtina qebareya wêranî û xerabkarîya ku bi sedema bombebarana rejîma revîyayî li taxê ketiye. Her wiha serdana çend cihên şûnwarî li Şama Kevn kirin, wekî otêla Beyt El-Walî li Bab Tûmayê û Mizgefta Emewî, bi yawerîya nûnerê herdemî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Îbrahîm Ulebî û Cîgira Şanderê Taybet ê NY bo Sûrîyê Necat Ruşdî. Piştre, ji bo dîtina Serok Ehmed El-Şeri’ ber bi Koşka Gel ve çûn.
Ev serdana ku ji 14 salan ve, cara yekem e yekdengîya Encumenê derbarê dozên Komara Erebî ya Sûrîyê nîşan dide, hevdîtinên bi çend berpirsên Sûrî û çalakvanên civaka sivîl a Sûrîyê re, û komîteyên lêkolîna rastîyan di bûyerên Perav û Siwêdayê de, ligel hevdîtina bi Cîgira Şanderê Taybet ê NY bo Sûrîyê Necat Ruşdî re li xwe digire.
Berî niha endamên Encumena Ewlekarîyê serdana kîjan welatan kirine?
Nûnerên welatên endamên Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî, di dehsalîyên borî de tenê serdana 4 welatan kirine, ji ber ku pêdivîya van serdanan bi pejirandina komî ya her 15 endaman heye, lewma ew kêm caran çêdibin û ji alîyê rêxistinî ve arîşdedar in, xasma li deverên bi alozî.
- Angola (Çiriya Pêşîn 1992): Şandeke Encumena Ewlekarîyê ji bo piştevanîya bicihanîna rêkeftinên aştîyê piştî hilbijartinan hat şandin.
- Yugoslavyaya Berê (Nîsan 1993): Şandeke Encumena Ewlekarîyê serdana Yugoslavyayê kir ji bo komkirina zanyarîyên meydanî derbarê şerê li Sarajevo û Srebrenîtsayê.
- Kosovo (Hezîran 2001): Yekemîn serdan bû ku her 15 endam tê de beşdar bûn, ji bo nirxandina rewşa ewlehîyê.
- Kolombya (Sibat 2024): Welatên endamên Encumenê serdaneke hevbeş bo Kolombyayê bi serokatîya Guyana, Swîsre û Brîtanyayê pêk anîn, ji bo piştevanîya bicihanîna peymana aştîyê ya sala 2016an û gotûbêjkirina astengîyên nû di hewldanên aştîyê de.
Encumena Ewlekarîyê kengî hatiye damezrandin û erkên wê çi ne?
Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî sala 1945an li gorî peymana NY piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, bi armanca parastina aştî û ewlekarîya navdewletî, hatiye damezrandin. Yekemîn rûniştina xwe di 17ê Kanûna Duyem a 1946an de li avahîya “Church House”ê li herêma Westminster a Londonê li dar xist, û ji wê demê ve baregeha NY li New Yorkê wekî baregeha xwe ya herdemî bi kar tîne.
Encumen ji 15 welatan pêk tê; pênc jê endamên herdemî ne (Amerîka, Brîtanya, Rûsya, Fransa û Çîn) ku xwedîyên mafê vetoyê ne, ango dikarin her biryarekê red bikin, her çiqas piranîya endamên din piştgirîyê bidinê.
Lê 10 welatên din ku ne endamên herdemî ne, ji bo heyama du salan ji hêla Komeleya Giştî ve bi piranîya du ji sêyê dengan tên hilbijartin. Di hilbijartina wan de belavbûna cografî wiha tê liberçavgirtin:
- Pênc kursî ji bo welatên Afrîkî û Asyayî (yek ji van kursîyan bi dorê ji bo welatekî Erebî tê veqetandin).
- Du kursî ji bo welatên Amerîkaya Latîn.
- Du kursî ji bo welatên Rojavayê Ewropayê û welatên din.
- Yek kursî ji bo welatên Rojhilatê Ewropayê.
Destûr tê dayîn ku dewleteke endama NY lê ne endama Encumena Ewlekarîyê be, bêyî mafê dengdanê, beşdarî gotûbêjên Encumenê bibe dema ku mijarên wê bên nîqaşkirin û bê dîtin ku berjewendîyên wî welatî bandorê dibînin.
Her wiha destûr tê dayîn ku endam û ne-endamên NY –eger alîyekî nakokîyê bin– werin vexwendin da ku bêyî mafê dengdanê beşdarî gengeşeyên Encumenê bibin.
Endamên ne-herdemî yên niha di Encumenê de ev in: Sîera Leone, Koreya Başûr, Panama, Pakistan, Guyana, Yewnanistan, Cezayîr, Slovenya, Danîmarka û Somalya.
Parastina Aştî û Ewlekarîyê
Dema ku agahîdarîyek derbarê gefa li ser aştîyê ji Encumena Ewlekarîyê re tê pêşkêşkirin, pêngava yekem bi gelemperî banga çareserkirina nakokîyê bi awayên aştîyane ye. Eger nakokî veguhere pevçûnan, Encumen berî her tiştî hewl dide ku zû dawî li karên dijminatîyê bîne. Dibe ku wê demê hinek tedbîran wergire, wekî:
- Derkirina rênîşandanên agirbestê.
- Bicîkirina çavdêrên leşkerî yan hêzên parastina aştîyê ji bo alîkarîya aramkirina rewşê, veqetandina hêzên şerker û amadekirina şert û mercên guncaw ji bo gihîştina çareserîya aştîyane.
Eger ew tedbîr fêde nekin, dibe ku Encumen hin tedbîrên din bisepîne, wekî:
Cezayên aborî, qedexeya çekan, cezayên darayî û sînordarkirin, qedexeya rêwîtîyê, qutkirina têkilîyên dîplomatîk, dorpêçkirin, tewra penabirina ber çalakîyeke leşkerî ya komî.
Encumen giringîyeke mezin dide wê yekê ku ev tedbîr arasteyî berpirsên wan sîyaset û kiryarên ku ji alîyê civaka navdewletî ve hatine şermezarkirin bibin, û bandora wan li ser şênîyên mayî û aborîyê kêm bike.
Hemû welatên endamên NY pabendî pejirandin û bicihanîna biryarên Encumena Ewlekarîyê ne.
Lê belê dezgehên din ên NY tenê pêşnîyaran pêşkêşî welatên endam dikin, tenê Encumena Ewlekarîyê xwedîya wê desthilatê ye ku biryarên wisa bide ku welatên endam neçar in wan li gorî peymanê bi cih bînin.