Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serok El-Şeri’ ji Washington Postê re: Em li Hevbeşîyeke Hevseng bi Waşingtonê re Digerin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Sûriyê û Cîhan > Serok El-Şeri’ ji Washington Postê re: Em li Hevbeşîyeke Hevseng bi Waşingtonê re Digerin

Serok El-Şeri’ ji Washington Postê re: Em li Hevbeşîyeke Hevseng bi Waşingtonê re Digerin

4 weeks ago

Waşington-SANA

Serok Ehmed El-Șeri’ tekez kir ku serdana wî ya Amerîkayê û hevdîtina wî bi Serok Donald Trump û endamên Kongreyê re, armanc dike ku têkilîyên hevparîyeke xurt di navbera Şam û Waşingtonê de ava bike. Destnîşan jî kir ku di gotûbêjan de rakirina cezayên li ser Sûrîyê hate behskirin û encamên baş hatin bidestxistin.

Serok El-Șeri’ di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Washington Postê dîyar kir ku êrîşên Îsraîlê ne ji ber nîgeranîyên wê yên ewlehîyê ne, lê ji ber hewesên wê yên firehxwazîyê ne. Serok El- Şeri’ dûpat kir ku başûr axa Sûrîyê ye, û berî vekişîna wê ji axên ku di 8ê Kanûna Pêşîn de dagir kirine, ne pêkan e ku peymaneke ewlehîyê bi Îsraîlê re were pêkanîn.

Serok El-Șeri’ wiha axivî: “Armanca herî girîng a serdanê destpêkirina avakirina têkilîyan di navbera Sûrîyê û Amerîkayê de ye, ji ber ku di dehsalîyên borî de qet ne baş bûne. Em li berjewendîyên hevpar digerîyan û me dît ku gelek berjewendîyên me yên hevpar hene ku em dikarin li ser wan ava bikin.”

Serok El-Șeri’ her 2wiha got: “Aramîya Sûrîyê dê bandorê li tevahîya herêmê bike, aramî jî girêdayî aborî û pêşveçûnê ve ye û ji ber vê yekê jî girêdayî rakirina cezayan e.”

Austin Tice û Hevahengîya ligel Amerîkayê

Di bersiva peirseke derbarê rojnamevanê Amerîkî Austin Tice de ku di Tebaxa 2012an de li Sûrîyê winda bû, Serok El-Șeri’ wiha got: “Di dema şerê ku rejîma berê li dijî gelê Sûrîyê da destpêkirin, nêzîkî 250 hezar mirovên Sûrî winda bûne û ev hejmar hin kesên bîyanî jî li xwe digire, wek Austin Tice. Me karîbû welatîyekî Amerîkî ji zindanan azad bikin dema em gihîştin Şamê û me ew demildest radestî berpirsên Amerîkî kir.”

Serok El-Șeri’ wiha pê de çû: “Ez bi hin malbatên kesên winda re rûniştim, di nav wan de dayika Austin Tice – ew jineke pir hêja ye – her weha ew bi dayika min re civîya, ji ber ku dayika min xwedî çîrokeke hevşêwe bû, ku ez jî heft salan winda bûm, lê dêya min bi vegera min di rojekê de bi awayekî bêguman bawer bû.”

Qonaxa Veguhêz û Jinûveavakirina Dewletê

Derbarê rewşa Sûrîyê de, Serok El-Șeri’ dîyar kir ku Sûrîyê nû ji şerekî dijwar derketiye, û di bin sîya dîktatorî û rejîmeke stemkar de ku 60 salan li ser sînga welêt serdest bû, dijîya.

Serok El-Șeri’ got: “Mînak, piştî dawîya şerê navxweyî li Amerîkayê, gelo piştî salekê rewş aram bû? An jî demeke dirêj, gelek salan piştî şer kişand? Em di qonaxa jinûveavakirina dewletê de ne, lê ez nabêjim ku li Sûrîyê pirsgirêk nînin.”

Serok El-Șeri’ da zanîn ku ku berjewendîyên takekesî yên hin komên ku xweserîyê dixwazin hene û hin ji van alîyan hewl didin ku berjewendîyên xwe bi bikaranîna mezheba xwe ya olî wekî perdeyekê rewa bikin û got: “Ew behsa gefeke hebûnî li ser mezheb an ola xwe dikin, lê li Sûrîyê ev zêdetirî 1400 salan e ku em bi komên olî yên cuda re bi hev re dijîn û em hîn jî hene.”

Şerê li dijî DAIŞê

Derbarê şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, Serok El-Șeri’ ragihand: “Me deh salan bi wê re şer kir, û me ew şer bêyî hevahengîya bi ti hêzeke rojavayî yan ti welatekî din re kir. Sûrîyê îro dikare vê berpirsîyarîyê bigire ser milên xwe.”

Peymana bi HSDê re

Derbarê peymana bi “HSD”ê re, Serok El-Şera dît ku çareserîya herî baş ew e ku hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê çavdêrîya tevlîbûna hêzên “HSD” di nav hêzên ewlehîyê yên hikûmeta navendî de bikin.

Êrîşên Îsraîlî û Gotûbêj

Derbarê êrîşên Îsraîlî yên berdewam û binpêkirina wan a ax û serwerîya Sûrîyê de, Serok El-Șeri’ daxuyand: “Sûrîyê berî 50 salan ketibû şerekî bi Îsraîlê re. Paşê di sala 1974an de peymana vekişîna hêzan di navbera her du alîyan de hate îmzekirin, û ji ketina rejîma Beşar Esed û vir ve, Îsraîlê dest bi binpêkirina peymanê kir û desteya Neteweyên Yekbûyî ya parastina aştîyê derxist û axên nû dagir kirin, û zêdetirî hezar êrîşên asmanî li Sûrîyê ji 8ê Kanûna Pêşîn ve pêk anîne.”

Serok El-Șeri’ tekez kir ku êrîşên Îsraîlê ne ji ber nîgeranîyên wê yên ewlehîyê ne, lê ji ber hewesên wê yên firehxwazîyê ne û got: “Îsraîlê her tim îdia kiriye ku fikarên wê derbarê Sûrîyê de hene ji ber ku ew ji gefên ku mîlîsên Îranî û Hizbulaha Lubnanî çêdikin ditirse. Yên ku ew hêz ji Sûrîyê derxistin em bûn.”

Serok El-Șeri’ anî ziman ku Sûrîyê bi Îsraîlê re di gotûbêjan de ye û rêyeke dirêj di rêya gihîştina peymaneke ewlehîyê de biriye, lê ji bo gihîştina peymaneke dawîn, divê Îsraîl ji axên ku di 8ê Kanûna Pêşîn de dagir kirine vekişe.

Serok El-Șeri’ li ser vê mijarê got: “Amerîka di van gotûbêjan de bi me re ye, û gelek alîyên navneteweyî piştgirîyê didin vê nêrîna me. Îro me dît ku Serok Trump jî piştgirîyê dide vê nêrîna me, û dê di zûtirîn dem de ji bo çareserkirina vê mijarê pêşve bibe.”

Başûr axa Sûrîyê ye

Di bersiva pirsekê de gelo Sûrîye dê “bêçekkirina herêma başûrê Şamê” bipejiîrne, Serok El-Șeri’ tekez kir: “Ev axa Sûrîyê ye, û divê Sûrîyê azad be çawa bi axa xwe re tev bigere. Îsraîlê bi hinceta parastina xwe Colana Sûrî dagir kir, û niha şertên xwe li başûrê Sûrîyê ji bo parastina Colanê ferz dike. Ji ber vê yekê piştî çend salan, dibe ku ew navenda Sûrîyê ji bo parastina başûrê Sûrîyê dagir bike, û ew ê bi vê rêyê bigihîje Munichê!”

Têkilîya bi Rûsyayê re

Derbarê têkilîyên bi Rûsyayê re, El-Șeri’ got: “Me deh salan bi Rûsyayê re şer kir, û ew şerekî dijwar û zehmet bû – wan ragihand ku wan gelek caran ez kuştime – lê em hewceyî Rûsyayê ne ji ber ku ew endama daîmî ya Encumena Ewlehîyê ye. Em hewceyî dengê wan in ku di hin mijaran de li kêleka me bisekinin.”

Di dawîya hevpeyvînê de jî, Serok El-Șeri’ destnîşan kir ku mijara Beşar Esed ji bo Rûsyayê pirsgirêk e, û têkilîya bi wan re hîn di destpêkê de ye, û dîyar kir ku em ê mafê xwe wekî Sûrî di daxwaza dadgehkirina Esed de her biparêzin.

Sûrîye û Tirkîye Xurtkirina Hevkarîya di Warê Avakirin û Jîngehê de Gotubêj Dikin
Fermaneke Serokatîyê Derbarê Hilanîna Şaxê Zanîngeha Helebê yê li Idlibê
Serokkomarê Komara Erebî ya Sûriyê Ehmed El-şera bi Serokê Letonyayê re civiya
Şandeyeke Dadwerîya Veguhêz Hevkarîya ligel Qeterê Gotûbêj Dike
Libnan Behsa Vekirina Rûpelekî Nû yê Têkilîyan bi Sûrîyê re û Çareserkirina Pirsgirêkan Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:AmerîkaEhmed El-Șeri’Rojnameya Washington PostSerokê SûrîyêSûrîye
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Balafirgeha Leşkerî ya Meze bi Sê Mûşekan Hat Armancgirtin

8 hours ago

Koma Aştî Salvegera Yekemîn a Rizgarîya Sûrîyê Pîroz Dike

8 hours ago

Tayland û Kambodya… Pevçûnên Sînorî Nû Dibin

10 hours ago

Alozîya di Navbera Waşîngton û Brukselê de Derbarê Serwerîyê û Sîyasetên Ewropî de Zêde Dibe

10 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?