Şam-SANA
Rêveberîya medyaya Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê ragihand ku Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî îro Çarşemê ber bi Brîtanyayê ve diçe.
Her weha rêveberîyê dîyar kir ku Wezîr El-Şeybanî di vê seredanê de bi hejmarek berpirsên Brîtanî re hevdîtinan dike.