Ebû Dabî-SANA
Li Îmaratê di bin duruşma “Enerjîyeke Zîrek ji bo Pêşveçûneke Lezgîn” de, Pêşangeh û Konferansa Ebû Dabî ya Navneteweyî ya Petrolê ″ADIPEC 2025″ dest pê kir. Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê Mihemed El-Beşîr û du cîgirên wî nûnertîya welatê xwe di vê konfransê de kir.
Di vê konferansê de mijarên wekî dîjîtalîzekirin, zîrekîya destkird, kêmkirina belavbûna gazên zîyandar û enerjîya paqij, bi beşdarîya zêdetirî 45 wezîran û 250 rêvebirên cîbicîkar û pisporên sektorên enerjî, teknolojîya û finansekirinê, dê werin gotûbêjkirin.
Armanca Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê ew e ku hebûna xwe ya navneteweyî xurt bike, hevbeşîyên teknîkî û veberhênanê lêkolîn bike, û karibe teknîkên pêşketî bibîne ji bo pêşdebirina sektora petrol û gaza niştimanî.