Portoroz/ Slovenya – SANA
Lûtkeya Welatên Başûrê Yekîtîya Ewropayê, Koma “Med 9”ê, bi beşdarîya Urdunê ku duh li bajarê Portorozê li Slovenyayê hat lidarxistin, piştgirîya xwe ji bo gel û hikûmeta Sûrîyê di hewldanên wan de ji bo jinûveavakirina Sûrîyê li ser bingehekî ku ewlehî, aramî, yekîtî, serwerî û yekparçeyîya axa wê misoger dike, tekez kir.
Beşdarên lûtkeyê piştevanîya xwe ji bo nexşerêya ku ji alîyê Sûrîye, Urdun û Amerîkayê ve derbarê parêzgeha Siweydayê û aramîya li başûrê welêt de hatibû ragihandin, dîyar kirin û di vê çarçoveyê de spasîya xwe ji bo rola Urdunê di bidawîkirina wê qeyranê de anîn ser zimên.
Ji alîyekî din ve, beşdaran pêşwazî li lidarxistina Lûtkeya Şerm El-Şêx a ji bo aştîyê li Rojhilata Navîn a vê dawîyê, îmzekirina agirbestê, berdana girtî û dîlan û bersivdana mirovî li Xezeyê kir.
Girêdayî Lubnanê, beşdaran piştgirîya xwe ji bo aramîya Lubnanê û ji bo rola bingehîn a Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê “UNIFIL” dîyar kir û dîsa tekezî li ser rêzgirtina ji serwerî û yekparçeyîya axa wê kirin, û bang li hemû alîyan kirin ku biryara 1701 bi tevahî bi cih bînin.
Tê zanîn ku Koma “Med 9”ê Kroatya, Qibris, Fransa, Yewnanistan, Malta, Portûgal, Slovenya, Spanya û Îtalyayê li xwe digire ku ew welatên li ser Deryaya Spî ne.