Şam – SANA
Wezîrê Veguhestinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir, bi Rêveberê Giştî yê Desteya Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Penaberan (UNHCR) re, Gonzalo Vargas Liosa, behsa şêwazên xurtkirina hevkarîyê ji bo misogerkirina vegera bêpirsgirêk a penaberên Sûrîyê û peydakirina şert û mercên alîkar kir. Her weha Bedir jî da xuyakirin ku rewşa Sûrîyê piştî rizgarkirinê baştir bûye, û tekez kir ku kar û bizavên hêsankirina vegerê bi rêya alavên veguhastinê û dabînkirina alîkarîya darayî berdewam in.
Vargas Liosa jî Ji alîyê xwe ve tekezî li ser girîngîya hevkarîya di nav her du alîyan de kir, û got ku heta niha nêzî milyonek penaber vegerîyane, û tê pêşbîkirin ku hejmar heta sala 2026an zêdetir bibe. Her weha got ku UNHCR bi hevrêzîya li gel hikûmeta Sûrîyê ji bo piştgirîya vegera bidilxwazî, dixebite.

