New York-SANA
Hat ragihandin Nûnerê Daîmî yê Komara Erebî ya Sûriyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî bawernemeyên xwe teqdîmî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir.
Têkilîyên dîplomatîk û siyasî yên rayedarên dewleta Sûrîyê yên li nava welêt û li derveyî welêt bê navber berdewam dikin. Yek ji van têkilîyan li Neteweyên Yekbûyî hat danîn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Balyoz Îbrahîm Alabîyê Nûnerê Daîmî yê Komara Erebî ya Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî ye bawernameyên xwe pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir.
Hat diyarkirin ev pêşkêşkirin di dema civîneke fermî de ku li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê New Yorkê hate lidarxistin de pêk hat.
