Şam-SANA
Bi beşdarîya zêdetirî 500 werzişvanên keç û kur ku nûnerîtîya hejmarek a yane û tîmên parêzgehên cuda dikin, Yekem Xula Lîstikên Paralympîc a Neteweyî di 28ê vê Êlûnê de dest pê dike û heta 30ê mehê berdewam dike.
Di lîstikên Xulê de yane û tîmên pispor ên ji bo werzişên kesên xwedî pêdivîyên taybet hevrikîyê dikin, ku xule 11 lîstikan li xwe digire; heft ji wan takekesî û çar komî ne, ew jî: Goalbol ji bo kesên kor, Basketbol li ser kursîyên bi livîn, Valîbola rûniştî, û Futbol bi her du beşên xwe ji bo xwedî gopalan û bejinkurtan.
Serokê Komîteya Paralympîc a Neteweyî ya Sûrîyê Misbah Ce’fer, îro Şemîyê ji SANAyê re dîyar kir ku hevrikî dê li sê bajarên werzişî yên Şamê (El-Cela’ – El-Feyha’ – El-Yasemîn) bêne lidarxistin, û hevrikî bi dirêjahîya 3 rojan berdewam dikin.
Her wiha Ce’fer destnîşan kir ku Komîte bi hevkarîya Wezareta Werziş û Ciwanan, Heyva Sor a Erebî ya Sûrîyê û Sazîya El-Riwad a Hevkarî û Geşepêdanê, ligel hejmarek yekîtîyên werzişî, dixebite, da ku alîyên teknîkî, dadwerî, hol û pêwîstîyên bijîşkî ji beşdarên Xulê re bêne dabînkirin.