Montevideo-SANA
Lîstikvanê futbolê yê Urugwayê Bruno Bitancur ê 22 salî di encama rawestana dil a ji nişkê ve, jîyana xwe ji dest da, wek ku yaneya wî Deportivo Italiano ragihand û Yekîtîya Lîstikvanên Futbolê yên Pispor ên Urugwayê piştrast kir.
Bitancur ku digel Penarolê werza 2023an bi dest xistibû, di vê dema dawî jî rengên yaneya Deportivo Italianoyê diparast, berî ku koça dawî bike.
Deportivo Italiano nûçeya mirinê bi rêya hesabên xwe yên fermî li ser torên civakî belav kir, û Yekîtîya Lîstikvanên Futbolê yên Pispor ên Urugwayê sersaxî dan malbata lîstikvan û kesûkarên wî.