Los Angeles-SANA
Tîma Îspanyayê piştî serkeftina li hemberî Belçîkayê bi encama 2-1, duh Înê li yarîgeha “SoFi Stadium”ê li Los Angelesê di nav hevrikîyên çarêka dawî ya Qehremanîyê de, derbasî nîvê dawî yê Kûpa Cîhanê ya 2026an bû.
Tîma Îspanyayê destpêkê bi gola Fabian Ruiz di xuleka 30î de bi pêş ket, lê De Catelain di xuleka 41an de wekhevî ji bo Belçîkayê bi dest xist, piştre tîma Îspanyayê vegerîya û careke din bi gola Mikel Merino di xuleka 88an de pêş ket.
Her wiha tîma Îspanyayê di nîvê dawî de wê bi tîma Fransayê re rûbirû bibe, ya ku li yarîgeha Dallasê di 14ê vê mehê de tê lidarxistin, di hevrikîyeke ber bi qonaxa dawî ya Kûpa Cîhanê ve.