Hims-SANA
Yaneya Hims El-Fida’ girêbesta ligel lîstikvanê Amerîkî Billy Hardy ji bo temamkirina qonaxa vegerê ji Qehremanîya Xula Sûrîyê ya Basketbolê ya mêran ragihand.
Hardyê 26 salî, berê di nav gelek yaneyan de li Amerîka, Estonya, Qeter û Siûdîyê lîstiye.
Her weha yaneyê duh ragihand ku girêbesta ligel lîstikvanê xwe yê Amerîkî Mihemed Beşîr Ehmed bi lihevkirinê betal kiriye, piştî ku tîmê yarîya xwe li hember El-Newa’îr di rûbirûbûna dawî de winda kiribû.