Paytext-SANA
Barcelona Îspanî rûbirûbûneke bihêz êvara îro li hemberî Newcastle United a Îngilîzî li ser yarîgeha “Camp Nou” pêk tîne, di vegera gera 16an a Xula Qehremanên Ewropayê de, bi hewldana şikandina encama wekhevîya bi golekê ji her tîman ku di yarîya çûnê de bi dawî bûbû.
Yarî dê tije hêz û kelecan be ji ber daxwaza her du tîman ji bo bidestxistina serkeftinê û derbasbûna çarêka dawî, û tevî zehmetîya vê yarîyê, lê Barcelona nêzîktir xuya dike ji derbasbûnê re ji ber hebûna komek yarîzanên ku di asta cîhanê de herî baş in.
Di rûbirûbûneke din de, Tottenham Hotspur a Îngilîzî mêvandarîya tîma Atletico Madrid a Îspanî dike di erkekî zehmet de ji bo qerebûkirina şikestina xwe ya giran a di çûnê de bi pênc golan li hemberî du golan, her weha Bayern Munich a Almanî ligel Atalanta ya Îtalî li ser yarîgeha “Allianz Arena” dicive ji bo dîyarkirina bilêta derbasbûnê bo çarêka dawî.