Şam-SANA
Qonaxa duyemîn a xula Sûrîyê ya goga destan a mêran (qonaxa Final 6) li her du holên Dêr Etîyê û Nebek li gundewarê Şamê di nav lîstikên hevrikîyê yên xurt de dest pê kir.
Tîma Dêr Etîyê serkeftineke hêja li ser mêvanê xwe El-Furat bi encama 31 / 25 bi dest xist, her wiha tîma El-Ceyş li ser tîma El-Newaîr bi encama 30/24 bi ser ket, û hevdîtina ku El-Şu’lê û El-Telî’e li hev civandin bi serkeftina El-Şu’lê bi encama 27/26 bi dawî bû.
Hevrikîyên qonaxa duyemîn îro berdewam dikin ku tîma El-Şu’lê bi tîma El-Furat re, û tîma El-Ceyş bi tîma El-Telî’e re, û tîma Dêr Etîyê bi hevrika xwe El-Newa’îr re, bi hev re dilîzin.
Her weha ev qonax sibê bi hevdîtinên ku Dêr Etîyê bi El-Telî’e re, El-Ceyş bi El-Furat re, û El-Şule bi El-Newa’îr re li hev dicivînin, bi dawî dibe.