Ribat-SANA
Tîma avjenîyê ya Sûrî di Qehremanîya Erebî ya li Mexrebê 6 medalî bi dest xistin, di nav wan de 3 medalîyên zêr û 3 medalîyên bronz.
Lîn Eyash di 100 metreyî de medalîya zêr bi dest xist, di heman demê de avjenên me di pêşbirka avjenîya 4×100 metreyî de bi rêya Omer Ebas, Nesîb Tu’me, Osama Terabilsî, û Leys Leqmûş medalîya zêr bi dest xistin. Medalîya zêr a sêyemîn jî di ya 4×200 metreyî de bi rêya Omer Ebas, Osama Terabilsî, Kenan El-Xerîb, û Leys Leqmûş hat bidest xistin.
Medalîyên bronz jî ji bo Omer Ebas di 100 metreyî de, Lîn Eyaş di 50 metreyî de û Leys Leqmûş di 200 metreyî de.
Tîma me digel avjenên 19 welatan beşdarî xula çaremîn a qehremanîyê bûn.