Menama-SANA
Tîma neteweyî ya Ju-Jîtsuyê ya Sûrîyeyê di Palwenîya Ju-Jîtsuyê ya Rojavayê Asyayê de ku li Menamayê hate lidarxistin, 4 medalî bi dest xistin: Yek zêr, yek zîv û du bronz.
Şam El-Mewardî di şaxê giranîya 52 kg de medalîya zêrîn, Merwa El-Şelebî di şaxê giranîya ji 70 kg zêdetir de, medalîya zîv, Samih Remezan di şaxê giranîya 94 kg de medalîya bronz û Îbrahîm El-Nuseyrat di şaxê giranîya 69 kg de medalîya bronz bi dest xist.
Her weha rahênerê neteweyî Hazim Remezan, piştrast kir ku tevî pêşbazîya dijwar jî, lîstikvanan gavine gelekî baş avêtin û şûna xwe hiştin. Di palewanîyê de zêdetirî 140 lîstikvanên mêr û jin beşdar bûn.