Waşington-SANA
Lêkolînerên Amerîkî gihiştin wê encamê ku hevrîşimê mêşhingivê dikare bibe alternatîfeke hêvîdar ji bo plastîkê, ew jî bi saya wan taybetmendîyên ku hêz, nermî û şîyana helîna di xwezayê de li hev dicivîne, di gavekê de ku di pêşxistina materyalên domdartir û jîngehparêz de dibe alîkar.
Malpera «Science Alert»ê ya zanistî duh Yekşemê dîyar kir ku lêkolînerên ji Zanîngeha Wîlayeta Utahê, bi serpereştîya Dr. Ouran Wasserman, di hilberandina yekemîn perdeya tenik ji hevrîşimê mêşhingiva baxçeyên şîn bi ser ketin, her wiha karîn ku rîşalên hevrîşimê derxin û proteînên wê di laboratuwarê de çêbikin.
Lêkolîneran zelal kir ku hevrîşimê mêşhingivê bi bergirîyeke bilind li dijî qulkirinê, nermîyeke mezin û taybetmendîyên dijî mîkroban tê naskirin, ku ev yek wî dike berbijêrekî ji bo bikaranîna di têlên neştergerîyê, endazyarîya şaneyan û tekstîlên bijîşkî de.