Pekîn-SANA
Çînê, îro bi serkeftî peykeke nû bi moşeka hilgir a guherbar a “Long March-7” hinart fezayê.
Li gorî ajansa “Xinhua”yê, peyka ku bi navê “Shijian-28” e, ji Bingeha Fezayê ya Wenchangê ya li parêzgeha Hainan a li başûrê welêt, hat hinartin û bi awayekî serkeftî derbasî rêgeha xwe ya dîyarkirî bû.
Tê zanîn ku ev geşta 611an e ya rêzemoşekên hilgir ên “Long March”ê.
Di 9ê Mijdara îsal de, Çînê, moşeka “Lijian-1 Y9” hinartibû fezayê ku du peykên ceribandina teknolojîyê jî bi xwe re hildigirtin.
Her wiha wê di van demên dawî de peyka “Gaofen-14 02” bi moşeka hilgir a “Long March-3B” hinartibû û ew jî bi serkeftî derbasî rêgeha xwe ya plankirî bûbû.