Santiago-SANA
Teleskopa Geminiya Başûr li Şîlî wêneyê nû yê “Mijstêra Perwaneyê” (Butterfly Nebula) kişand, ku yek ji tenên esmanî yên herî bedew ên naskirî ye û bi baskên xwe yên berfireh û ronîdar di kûrahîya esmên de derpêş dibe.
Li gorî ajansa Associated Pressê, ev mijstêra ku dişibe perwaneyeke mezin û baskên wê bi gaza rengîn diteyisin, li Komstêra Dûpişkê (Scorpius), bi qasî 2500 heta 3800 salên ronahîyê dûr e. Yek sala ronahîyê bi qasî 6 trîlyon mîlan e. Ev wêneyê nû bi kalîteya bilind a ku Teleskopa Geminiya Başûr pêşkêş dike, hatiye girtin.
Di navenda mijstêrê de stêrkeke “bejnbost a spî” (white dwarf) heye ku demeke dirêj e çînên xwe yên derve yên gazê ji dest dane. Di encamê de, li dora wê ewrekî mezin çêbûye ku dişibe baskên perperokeke çirisandî û ev ronahî encama germahîya stêra pîr e.
Hilbijartina vê mijstêrê wekî armanca wênekêşanê bi helkefta 25emîn salvegera destpêkirina xebatên Çavdêrxaneya Navneteweyî ya Geminiyê pêk hat. Xwendekarên dibistanan li Şîlî ji bo pîrozkirina vê bûyera zanistî, beşdarî hilbijartina armancê bûn.