Ottawa-SANA
Lêkolînerên li Zanîngeha British Columbia ya Kanadayî, amûreke nûjen a paqijkirina hewayê saz kirin. Ev amûr bi wê yekê tê naskirin ku dikare nêzîkî ji sedî 94ê tenên hûr (particles) ên ku di dema axaftinê de bi henaseyê re derdikevin, bigire. Ev encam xwe dispêre çavlêkirineke kompûterî ya senaryoya civîneke nîv saetî di navbera du kesan de.
Platforma Amerîkî “Study Finds” a taybet bi belavkirina lêkolîn û xebatên zanistî, dîyar kir ku amûr herikîna hewayê di navbera kesan de bi aramî ji nû ve araste dike bêyî ku rû rastî pifkirina rasterast were. Ev yek çav û çerm ji ziwabûnê diparêze û rehetîya bikarhêner misoger dike; her wiha hewaya paqij bi rêjeyekê berdide ku sê caran ji rêjeya kişandina hewaya qirêj hêdîtir e.
Lêkolîneran da xuyakirin ku amûrê metirsîya vegirtinê daxistiye nêzîkî ji sedî 9.5an, li gorî zêdetirî ji sedî 91ê dema ku tenê pişta xwe bi hewadarîya kevneşopî ve girê dida.
Di dema ceribandina virtual de, yek ji du kesên pêketî di sanîyekê de 300 gerdên hûr derxistin, ku di 30 deqeyan de hejmara giştî ya tenên derketî gihîşt 540 hezaran. Lê dema amûr xebitî, 10 ten bi tenê gihîştin pişika kesê din, li hember 247 tenan dema ku hewadarîya odeyê ya asayî hat bikaranîn û 65 tenan ligel pergalên hewadarîya kesane yên kevneşopî.
Lêkolîneran destnîşan kir ku amûrê bandora xwe parastiye heta dema ku kes di kursîyên xwe de bi qasî çar înçan livîyane, ku tenê 69 ten gihîştine kesê hember, lê pergalên hewadarîya kevneşopî derbasbûna 872 tenan tomar kirin, ku vê yekê metirsîya vegirtinê gihand nêzîkî ji sedî 100î.
Amûra nû kalîteya jinavbirinê bi rêjeya nêzîkî ji sedî 94an di pileyên germahîya odeyê yên di navbera 16.5 û 26 pileyan de, parast. Lê performans di pileya 30yî de daket ji sedî 86an, ji ber kêmbûna cîyawazîya germê di navbera laşê mirov û hewaya derdorê de, ku ev yek herikînên bilindbûyî yên ku alîkarîya komkirina tenan dikin, qels dike.
Tê zanîn ku ev amûr wekî hewldanekê tê hesibandin ji bo çareserkirina kêmasîyên pergalên hewadarîya kesane yên kevneşopî ku gelek caran ne rehet in an ne bibandor in, ji bilî ku dibe bibin sedema belavkirina tenan li şûna sînordarkirina wan.