Şam-SANA
Bi boneya yekemîn salvegera Roja Rizgarkirinê, Yekîtîya Nivîskarên Ereb li Sûrîyê, ragihand ku ew dê ji destpêka meha bê de daxwaznameyên endamtîyê ji nivîskar, lêkolîner û kesên afirîner ên ji hemî parêzgehan, her weha ji Sûrîyên ku li derveyî welêt dijîn, pêşwazî bike.
Di daxuyanîyekê de ku li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê weşandiye, Yekîtîyê da xuyakirin ku pîvanên endamtîyê yên ji bo vê qonaxê hatine danîn, li gor pêşketinên çandî û civakî yên vê serdemê û bendên rêziknameya navxweyî ne, ev yek dê rê bide tevlêbûna afirînerên nû û piştgirîya wan were kirin.
Yekîtîyê daxwaz ji kur û keçên Şoreşa Sûrîyê kir ku daxwaznameyên xwe yên endamtîyê pêşkêş bikin, û tekez kir ku qonaxa li pêşîya me hewcedarî dengekî neteweyî yê azad û berpirsyar e, li go asta hêvî û qurbanîyên gelê Sûrîyê be, xwedan nerînên berfireh be û ji bo tevaya Sûrîyan bixebite.
Yekîtîyê destnîşan kir ku nirxandina daxwaznameyên endametîyê dê serbora nivîsandinê ya serlêderan, pabendbûna wan bi pîvanên wêjeyî û pîşeyî, bawerîya wan bi mijarên azadî, edalet û rûmetê wekî stûnên bingehîn ên xebata çandî, li ber çavan bigire.