Moskow-SANA
Zanayin ji Zankoya Teknolojîk a Belgorodê ya Rûsî, rêbazeke nû û lezgîn ji bo çaksazîya zevîyên ku ji ber çalakîyên mirovan qirêj bûne, bi pêş xistin. Ev rêbaz dihêle ku çîneke axa biber (berhemdar) di demeke pîvaneyî de, ku di navbera 10 û 15 salan de ye, û bi mesrefeke aborî ya kêm were çêkirin.
Li gorî malpera “Russia Today”, nivîsgeha ragihandinê ya zanîngehê dîyar kir ku rêbaza nû ne tenê dema pêwîst ji bo çaksazîyê bi awayekî berbiçav kêm dike, lê di heman demê de bi rêya vezîvirandina bermahîyên hilberînê û mifawergirtina ji wan, beşdarî kêmkirina mesrefan jî dibe.
Nivîsgehê da zanîn ku pêkhateya têkela ku bi baldarî hatiye hilbijartin, berhemdarîya axê xurt dike û temenê gîyayên çandî dirêj dike. Ev yek pêvajoya pêkhatina sîstemeke jîngehî ya xwezayî ya hevgirtî lezgîn dike.
Hêjayî gotinê ye ku rêbaza nû ya Rûsî modeleke pratîk pêşkêş dike ku bîyoteknolojî û endazyarîya jîngehê têkel dike, da ku çareserîyekê pêşkêş bike ku demê heta rêjeya ji sedî 90 kurt dike û mesrefan bi awayekî mezin kêm dike.