Enqere-SANA
Şûnwarnasan li Parêzgeha Wanê li rojhilatê Tirkîyeyê, di nav kavilên bajarekî kevnar de ku li gorî plansazîyeke torî ya berî hezaran sal hatiye avakirin, 6 nexşên nû yên kevirî ku bi zimanê Aramî hatine nivîsandin, dîtin. Her wiha, bermahîyên dîwar û bircên parastinê û pergaleke endezyarî ya avdanê jî hatin dîtin.
Rêveberê Koleja Wêjeyê û Serokê Beşa Şûnwaran li Zanîngeha “Yuzuncu Yil”, Prof. Rafet Çavuşoglu, ragihand ku di kolandinên îsal de li “Zernaqî Tepe”yê 6 nivîsên nû hatine dîtin. Her weha da zanîn ku hinek ji van nexşan bi zanebûn hatine têkbirin, ku ev yek egera hevrikîyekê di navbera du şaristanîyan de yan jî hewldana şaristanîya paşîn ji bo jinavbirina şopên ya berîya xwe nîşan dide.
Çavuşoglu her wisa eşkere kir ku kolandinan sîstemeke endezyarî ya pêşketî ji bo guhastina ava baranê û ava binerd ji hundirê bajêr bo derveyî wî derxistiye holê, ku ev yek ji bo wê serdemê taybetmendîyeke kêmpeyda ye.
Dîyar e ku cihê “Zernaqî Tepe”yê wek yekem bajarê kevnar li herêma Anatolîya Rojhilat tê hesibandin. Ev cih li gorî plansazîyeke torî ya endezyarî hatiye avakirin. Bi van vedîtinên nû re, hejmara giştî ya nexşên bi zimanê Aramî ku heta niha hatine dîtin, gihîştiye 14an.