Buenos Aires-SANA
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin lêkolînek Arjantînî ya vê dawiyê pêşveçûna dilopên çavan ên nûjen eşkere kir ku ev alîkariya baştirkirina dîtina nêzîk li kesên bi presbiopiyê dikin, rewşek ku şiyana balkişandina li ser tiştên nêzîk bi temen re sînordar dike.
Hat ragihandin ku lêkolîn li ser 766 kesên nexweş hat kirin. Li gorî raporek ku ji hêla rojnameya Brîtanî, Daily Mail ve hatî weşandin encam nîşan dan ku piraniya beşdaran piştî karanîna dilopan karibûn çend rêzan li ser nexşeya texteyê bixwînin, ku nîşan dide ku şiyana xwendinê bêyî hewcedariya bi çavikên wan başbûnek girîng e.
Di dilop de du pêkhateyên sereke hene: pîlokarpîn, ku bibîka çav teng dike û masûlkeya sîlîar teşwîq dike da ku fokusê rast bike, û dîklofenak, ku iltîhaba û nerehetiya potansiyel kêm dike. Beşdaran rojê du caran dilopan bikar anîn, lê eger lazim be dozek sêyemîn jî dikarin bi kar bînin.
Lêkolînê nîşan da ku başbûna dîtinê bilez bû, beşdaran saetek piştî karanîna yekem başbûnek navînî ya 3.45 rêzan li ser nexşeya Jaeger tomar kirin, û başbûn heta du salan, dema lêkolînê, berdewam kir.
Ji teref Dr. Giovanna Benozaysa, Rêvebira Navenda Lêkolînên Pêşketî yên Presbiopiyê li Arjantînê ve hat gotin “Ev dilop ji bo nexweşên ku dixwazin xwe ji astengiyên çavik û emeliyata kevneşopî rizgar bikin vebijarkek farmakolojîk a ewle û bibandor peyda dikin.”
Hat ragihandin ku encamên lêkolînê di Kongreya 43-an a Civaka Ewropî ya Emeliyata Katarakt û Refraktîf de hatin pêşkêş kirin û ev yek gelek zêde bala hekîmên çavan kişand li ser xwe.