Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ duh Şemîyê, li Koşka Gel li Şamê, ligel şandeke nûnerên sazîyên civaka sivîl li Sûrîyê civîya.
Di civînê de, rewşa mirovî û pêşgavîyên bersivdayînê di qonaxa niha de hatin gotûbêjkirin.
Serok El-Şeri’ tekezî li ser girîngîya bihêzkirina hevkarî û hevahengîya di navbera alîyên hikûmî û sazîyên mirovî de kir; da ku dabînkirina pêdivîyên bingehîn were misogerkirin û ji qonaxa bersivdayîna awarte derbasî bernameyên vejandina pêşwext bibin.





