Şam-SANA
Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê bi bîr xist ku roja pêncşemê (25.12.2025), bi boneya Cejna Zayînê ya pîroz (Krîsmas) bêhnvedana fermî ye. Ev yek li gorî bendên Biryarnameya Zagonî ya jimare 188 a sala 2025an e, ku cejnên fermî destnîşan dike.
Biryarên xala (c) ji benda 43 a Yasaya Bingehîn a Karmendên Dewletê ya jimare 50 a sala 2004an û guhertinên wê, ji bo wan sazîyên ku ji ber xwezaya karê wan an mercên wan pêwîst e karê wan di dema cejnan de berdewam bike, têne cîbicîkirin.