Şam – SANA
Serokê Komara Erebî ya Sûrîyê Ehmed El-Şeri’, ji ber êrîşa terorîstî ya ku pêr li gundewarê Humsê bû sedema mirin û birîndarbûna çend leşkerên Amerîkî, birûsknameyeke sersaxîyê ji Serokê Amerîkî Donald Trump re şand û tê de sersaxî û hevxemîya xwe ya kûr nîşan da.
Serok El-Şeri’ di nameya xwe de wiha got: “Bi navê Komara Erebî ya Sûrîyê, hevxemîya xwe pêşkêşî malbatên leşkerên ku jîyana xwe ji dest dan û gelê Amerîkayê dikim. Sûrîye vê êrîşê bi tundî şermezar dike û pabendbûna xwe bi parastina aramî û ewlehîyê li Sûrîyê û li tevahîya herêmê dûpat dike.”
Hêjayî gotinê ye ku çekdarekî ser bi rêxistina DAIŞê ya terorîst, duh bi dizî çû cihê civînekê li bajarê Tedmurê ku berpirsên ji Fermandarîya Ewlehîya Badîyê (Çolterê) û şandeyek ji Hêzên Hevpeymanîya Navdewletî li xwe digirt. Terorîstê DAIŞê gule li hêzên hevbeş ên Sûrî-Amerîkî reşandin û di encamê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatin kuştin, çend leşkerên din ên Amerîkî û endamên hêzên ewlehîya Sûrîyê jî birîndar bûn.