Şam – SANA
Îro, Serok Ehmed El-Şeri’ bi helkefta Cejna Rizgarîyê, birûskeke pîrozbahîyê ji Serokê Dewleta Îmaratê, Şêx Mihemed Bin Zayîd Al-Niheyan, wergirt.
Her weha, Serok El-Şeri’ birûskên pîrpzbahîyê bi vê helkeftê ji Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm, Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokê Encumena Wezîran û Walîyê Dubeyê, her wiha ji Şêx Mensûr Bin Zayîd Al Niheyan, Cîgirê Serokê Dewletê, Cîgirê Serokê Encumena Wezîran û Serokê Dîwana Serokatîyê wergirtin.
Gelê Sûrîyê îro ahengên pîrozkirinê bi helkefta salvegera yekemîn a Rizgarkirina Sûrîyê ji rejîma têkçûyî li dar dixe. Bi sedhezaran welatî ji sibehê ve ji bo beşdarbûna vê bîranînê, derketine da ku şahî û hêvîyên xwe yên ji bo paşerojeke geş û tijî aştî, azadî û geşepêdan ji bo welatê xwe dîyar bikin.