New York-SANA
Serokê Komara Erebî ya Sûrîyeyê, Ehmed El-Şara, di xula 80emîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê, gotarek pêşkêş kir.
Hin Xalên Gotara Serok El-Şara:
Çîroka Sûriyê serboreke ku hestên mirovan tevdide, hêvî tevlî êş û azaran dibe. Ew çîroka rûbirûbûna xêr û şer e, milmilaneya mafdariya lawaz ya ku tu kes ji bilî xwedayê gewre li pişta wê nîne li gel zordariya ku tevaya alavên kuştin û wêrankirinê di dest wê de hene. Çîroka me waneyek ji waneyên dîrokê ye, nimûneya nirxên mirovahî yên payebilind e.
Di vê cenga sermedî di nav mafdarî û zordariyê de, çîroka Sûriyê tê vegotin da qonaxeke nû ya vê cengê şîrove bike, qonaxeke afrandyar a cihê serfirazîyê ye, tijî sebr û dayax, êş û azar, mêranî û qurbanîdan, destneberdana ji nirxên payebilind û amadekarîya bê dudilî, piştî piştgirêdana bi xwedayê gewre, ev tev alavên ku pişta mafdariyê digirin dijî zordariyê.
Hûn ji Şamê paytexta dîrokê, landika şaristaniyê hatine, ew welatê ciwan ê ku nirxên şaristanî û mirovahiyê û pêkvejiyana aştyane li cîhanê belav kirine, da bibe stêrka ku rêwî xwe lê digrin.
Lê Sûriya ji berî 60 salî de ket bin darê rêjîmeke tewankar a nirxê wê xaka pîroz a desthilatiyê lê dike nizanîbû, gelê wê yê mervan û aştîxwaz çewisand û derdeseriyên wî giran kirin.
Gelê me bi salên dûr û dirêj sebir kişand û xweragir ma li hember stemkarîyê û hemî cûreyên derdên jiyanê kişandin, lê rêjîmê bi kuştin û sotandinê û destdirêjîya namûsê û koçberkirinê bersiva wî da.