New York-SANA
Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Sûrîyê Ehmed el-Şara’ li New Yorkê bi Qral Abdullahê Duyem re hevdîtin kir.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin Serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê, Ehmed el-Şara’ di çarçoveya civîna heyî ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de, bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Koçberan Esed Hesen el-Şeybanî bi Qral Abdullahê Duyemîn ê Keyaniya Haşimî ya Urdunê re hevdîtin pêk anî.
Hat ragihandin di hevdîtina ku hat kirin de pêwendiyên du alî û meseleyên herêmî hatin gotûbêjkirin.
