Şam-SANA
Şandeyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê û Iraqê Thomas Barrack behsa wî şêxê li parêzgeha Siwêdayê (mebesta wî Hikmet El-Hecerî bû) kir û got ku wisa dide xuyakirin ku Amerîkî piştgira wî ye, lê ev bi temamî şaş e.
Wî got: “Em li kêleka Sûrîye, Urdin, Îsraîl û Libnanê radiwestin ji bo ku ew sînor aram bimînin,” û bal kişand ser wê yekê ku pevguhertina tometan ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî nabe alîkar.
Barrack di hevpeyvînekê de ligel rojnamevan Mario Newfel ku li ser hesabê wî yê platforma “X”ê hat weşandin, destnîşan kir ku dibe çek di sînoran re derbas bûbin; her wiha komên li Siwêdayê dikarin bi pereyên bazirganîya kaptagonê xwe biçek bikin.
Di heman demê de, wî fikarên xwe derbarê kiryarên nelirê yên van komên çekdar de anîn ziman.
Parêzgeha Siwêdayê ji encamên tevlîhevîya ewlehîyê ya ji ber hebûna komên derqanûnî rastî nearamîyê tê.
Ev kom operasyonên kuştin, revandin û bertîlxwarinê pêk tînin, û her kesayet an dengekî niştimanî yê ku yekîtîya Sûrîyê dupat dike, û projeyên veqetandinê û çekên li derveyî çarçoveya dewletê red dike, dikin armanc.