Şam-SANA
Roja Cîhanî ya Penaberan di bîstê Hezîrana her salê de, boneyeke navneteweyî ye ji bo ronîxistina li ser rewşa mîlyonên kesan ku şer, pevçûn û stemkarî ew neçar kirine ku welatên xwe bi cih bihêlin, û her wiha ji bo tekezkirina li ser mafê wan ê parastin, jîyana birûmet û vegera ewle bo malên wan dema ku şert û mercên guncaw ji bo vê yekê peyda bibin.
Neteweyên Yekbûyî ev roj ji bo rêzgirtina li hêz û xweragirtina penaberên li seranserî cîhanê terxan kiriye, di heman demê de pîrozbahîya îsal di bin dirûşma “Heta ku her kes ewle bibe” de tê, di peyamekê de ku tekez dike dabînkirina parastinê ji bo koçber û penaberan berpirsyarîyeke hevpar e ku bi ewlehî, aramî û geşepêdanê ve li welatên cuda cuda yên cîhanê ve girêdayî ye.
Sûrîye ji ber şerê ku ji alîyê rejîma têkçûyî ve hatibû ferzkirin û bû sedema koçberkirin û derbûna bi mîlyonan Sûrîyan li hundir û derveyî welat, wek yek ji giringtîrîn dosyayên penaberî û koçberîyê li ser asta cîhanê dimîne.
Li hember vê yekê, daneyên Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî nîşaneyên berbiçav li ser zêdebûna tevgera vegera li Sûrîyê di nava sala borî de nîşan didin.