Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî îro li Şama paytext pêşwazîya şandeke welatê Swêdê kir. Şanda Swêdî bi serokatîya Wezîrê Hevkarîya Pêşxistinê û Bazirganîya Derve ya Swêdê Benjamin Dousa û Wezîrê Koçberîyê Johan Forssell bû.
Di hevdîtina navbera her du alîyên Sûrî û Swêdî de gotûbêjeke berfireh li ser hin dosyayên dualî yên xwedî berjewendîyên hevbeş pêk hat. Her wiha pêkanîna encumena kar a Sûrî-Swêdî bi armanca bihêzkirina hevkarîya aborî û navtêdana veberhênanan li Sûrîyeyê hat qalkirin.
Her du alîyan behsa rêyên çareserkirina dosyayên koçberîyê û hêsankirina rêkarên têkildarî penaber û koçberan jî kir.
Di çarçoveya sîyasî û dîplomasî de, tekezî li ser girîngîya pêşxistina têkilîyên dîplomasî û xurtkirina kanalên pêwendîyê di navbera her du welatan de, ligel berfirehkirina hevkarîya navneteweyî di warên cuda cuda de hate kirin.
Her wiha civînê gotûbêjkirina mijarên dadwerîya veguhêz û rola wê di piştevanîya aramîyê de li xwe girt, ligel gengeşekirina hewldanên têkildarî jinûveavakirin û amadekirina jîngeha guncaw ji bo beşdarîya navdewletî di vî warî de.


