Enqera-SANA
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan, tekez kir ku bizavên diplomasî yên Tirkîyê giringîyê didin pêşkêşkirina piştgirîya tam ji hikûmeta Sûrîyê re, û dît ku hilbijartinên Encumena Gel yên ku di 5ê heyva çirîya pêşîn de li dar bikevin, gaveke guhertinê ya giring e di dîroka Sûrîyê de.
Her weha Fîdan tekez kir ku yekîtîya Sûrîyê û aramîya wê mijareke têkildarî ewlehîya netewî ya Tirkîyê ye, û careke din desttêwerdana derekî di rewşa Sûrîyê de û dijminkarîyên Îsraîlê yên li ser xaka Sûrîyê red kirin.
Li alîyê din jî, daxwaz ji HSDê kir ku peywendîyan bi Şamê re deynin û tekezî li ser yekîtîya xaka Sûrîyê kir.
Her weha amaje kir ku rakirina sizayên Amerîka û Ewropayê ji ser Sûrîyê dê astengîyan ji holê rake û bihêle veberhênan li Sûrîyê geş bibe û koçber vegerin cih û warên xwe.