Dewha-SANA
Îro, li Dewhayê Lûtkeya Awarte ya Erebîya Îslamî dest pê kir da ku êrîşa Îsraîlê ya hefteya çûyî ya li dijî Qeterê, nîqaş bike.
Di serî de, Mîrê Qeterê, Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, got: Dewha rastî êrîşeke xayîn û eşkere ya Îsraîlê hatiye ku deverên rûniştina xelkê kiribûn armanc.
Her weha Al Sanî zêde kir ku Qeter hewl dide ku şerê hovane yê li ser Herêma Xezeyê ku veguherîye şerekî qirkirinê, rawestîne. Wekî din jî, wî destnîşan kir ku heçî bixwaze alîyê ku ew pê re nîqaşê dike, bikuje, ew dixwaze danûstandinan têk bibe, ku ew vê yekê wekî tektîkeke sîyasî ya bi şer re dibîne.
Li alîyê din jî, rêber û serokên dewletên Erebî û Îslamî êrîşa Îsraîlê ya li dijî Qeterê şermezar kir û tekez kir ku ew binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye û gefeke rasterast a li ser ewlehî û aramîya herêmê raber dike.