Emman- SANA
Wezîrê Karên Derve û Koçberan Esed Hesen El-Şeybanî li paytexta Urdinê, Emmanê, bi hevtayê xwe yê Urdunî, Eymen El -Sefadî, û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyeyê, Thomas Barrack re civiya.
Di hevdîtinê de, wan li ser rêbazên zêdekirina hevkariyê û hevrêziyê di navbera her sê aliyan de ji bo xizmetkirina aramî, serwerî û ewlehiya herêmî ya Komara Erebî ya Sûriyeyê nîqaş kirin.
Her wiha wan li hev kir ku komeke xebatê ya Sûrî-Urdun-Amerîkî ava bikin da ku piştgiriyê bidin hewldanên hikûmeta Sûriyeyê ji bo xurtkirina agirbestê li Parêzgeha Suweydayê û ji bo çareseriyek berfireh ji bo krîzê bixebitin. Her wiha wan pêşwaziya hewldanên mirovî yên hikûmeta Sûriyeyê kirin, nemaze yên têkildarî vegerandina xizmetên bingehîn, hesabpirsîna sûcdarên binpêkirinan, û afirandina şert û mercan ji bo vegera kesên koçber bo malên xwe.