Pekîn – SANA
Îro pêşxistina yekem telefona zîrek li cîhanê hat ragihandin ku dikare bi awayekî xweser û bi piştgirêdana bi teknîkên Zîrekîya Destkird kar bike, ev yek di rêça pêşxistina amûrên mobîl de li cîhanê wekî veguhertineke bêwêne tê hesibandin.
Ajansa “Bloomberg”ê ya Amerîkî dîyar kir ku telefona nû ku şirketa peywendîyan ZTE bi hevkarîya şirketa ByteDance (xwedîya sepana TikTokê) hilberandiye, navê wê Nubia M153 ye û pişta xwe bi wekîlekî zîrek ve girêdide bêyî tu destwerdana mirovî.
Amûr bi pêvajokera Snapdragon 8 Elite Gen 5 kar dike û bi 16 Gigabyte bîra demkî (RAM) hatiye amadekirin, her wiha modela Doubao ji bo xebitandina daneyan bi awayekî ewranî (cloud) û modela Nebula-GUI ji bo kontrolkirina ekranê bi awayekî xwecihî bi kar tîne.
Tê zanîn ku ev amûr nimûneyeke destpêkê ye ku nîşaneyên paşeroja telefonên mobîl şênber dike, ku li gorî pisporan bikarhêner tenê dîyar dike ka çi dixwaze, lê telefon bi awayekî xweser hemû pêngavan pêk tîne.