Moskow-SANA
Sazîya “Rusatom”ê ya Rûsyayê ragihand ku yekem keştîya barhilgir bi awayekî serkeftî ji Çînê derbasî Ewropayê bû. Sazîyê da zanîn ku keştîyê bi Rêya Deryayî ya Bakur ku Okyanûsa Atlantîk û Pasîfîkê bi hev ve girêdide, xwe gihandiye Ewropayê.
Li gorî Novostîyê, Sazîya “Rusatom”ê ragihandiye ku: “Ev geşt bû sedem ku dema rêwîtîyê di nav herêma Arktîkê de li gorî rêyên kevneşopî heta nîvî kêm bibe, û destnîşan kir ku tê çaverêkirin ku Rûsya û Çîn îsal di nîşaneyên veguhestina barên konteyneran di vê rêyê re rekoreke nû tomar bikin, ku dibe ku 400 hezar tonî derbas bike”.
Geşta dîrokî ku bi konteynerên bi giranîya 25 hezar tonî barkirî bû, di 23ê Îlona borî de ji bendera Ningboyê ya Çînê dest pê kir û duh gihîşt bendera Felixstowe ya Brîtanyayê.
Rêya Deryayî ya Bakur wek kurttirîn rêya keştîyên barhilgir di navbera rojavayê Ewrasya û herêma Asya-Pasîfîkê de tê hesibandin, ji bo Rûsyayê jî damareke veguhestina niştimanî ya bingehîn e, dirêjahîya vê rêyê nêzîkî 5600 kîlometre ye.