Şam-SANA
Piranîya herêmên Sûrîyê îro Şemîyê li jêr bandora berfirehbûna bilindfişareke hewayî ya nêzî rûyê erdê dimînin, ligel şepêlên rojavayî li qatên jorîn ên atmosferê. Ev yek dibe sedema bilindbûna pileyên germê û bi nêzî 3 heta 5 pileyan bi ser navînîya xwe ya vê dema salê dikevin.
Pileyên germê li herêma Cizîrê ji nêzî 3 heta 4 pileyên ji navînîya xwe ya salane kêmtir e.
Navenda Niştimanî ya Keşnasîyê, dîyar kir ku keşûhewa danê rojê payîzî û germ e, bi giştî di navbera sayî û nîv-ewrî de ye.
Keşûhewa danê şevê bi giştî bi awayekî rêjeyî sar e, û li bilindahîyên çîyayî sar e, û hişyarî derbarê ketina qeşayê li deverên çîyayî yên bilind, û çêbûna mijê li hin deveran ji herêma navendî û ya bakur û Cizîrê di demjimêrên sibehê yên zû de tê dayîn.
Berê bayî guhêrbar e, leza wî sivik e, û asta bilindîya pêlên deryayê nizm e.

