Şam – SANA
Îro Pêncşemê, bilindbûna pileya germê berdewam e, û li piranîya deveran dibe nêzîkî navînîya xwe ya asayî an jî hinekî bilindtir, ji bilî deverên rojhilat û Cizîrê ku nêzîkî (2-5) pileyan ji navînîya xwe ya asayî nizmtir in.
Navenda Niştimanî ya Keşnasîyê, dîyar kir ku rewşa keşûhewayê danê rojê li piranîya deveran, payîzî û bi awayekî rêjeyî sar e, di navbera sayî û nîv-ewrî de ye.
Her wiha derfeta barîna baranên sivik ên xwecihî li hin deveran ji herêma beravê û bilindahîyên çîyê heye, ku ev baran li bilindahîyên beravê tevlî berfê ne, û li bilindahîyên çîyayî yên bilind derfeta barîna berfê heye.
Danê şevê, keşûhewa li piranîya deveran bi awayekî rêjeyî sar e û li bilindahîyên çîyayî sar e, û hişyarî ji ketina qeşayê li bilindahîyên çîyayî tê dayên.
Her wiha ba dê başûr-rojhilatî ber bi rojhilatî be, leza wî sivik ta navîn be, û asta bilindîya pêlên deryayê nizm e.

