Şam-SANA
Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê duh Çarşemê pêşwazî li yekemîn geşta Hêlên Asmanî yên Kuweytê “Kuwait Air” ya ku ji Dewleta Kuweytê dihat, kir. Ev gav wekî destpêka vegera veguhastina niştimanî ya Kuweytê ji bo destpêkirina geştên xwe yên birêkûpêk bo Sûrîyê tê hesibandin.
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev pêngav di çarçoveya berfirehbûna berdewam a tora girêdana esmanî ya bi Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê re tê, ku tevgera veguhastina esmanî xurt dike û ligel zêdebûna tevgera geştûguzarîyê ya di navbera her du welatên bira de dimeşe.
Serokê Fermangeha Ragihandinê di desteyê de Mistefa Xêrullah di daxuyanîyekê de ji SANAyê re tekez kir ku vegera Hêlên Asmanî yên Kuweytê bo Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, gavek e ku kûrahîya têkilîyên biratîyê yên di navbera her du welatan de nîşan dide û pirên peywendîyê di navbera her du gelên bira de xurt dike.
Xêrullah amaje bi wê yekê jî kir ku jinûveçalakkirina geştên birêkûpêk ên veguhastina niştimanî ya Kuweytê zêdekirineke girîng e ji bo tora geştên navneteweyî yên ji Sûrîyê û ber bi wê ve. Her wiha bawerîya mezin bi sektora balafirvanîya sivîl a Sûrîyê piştrast dike, di bin sîya hewldanên berdewam ên ji bo pêşxistina binesazîyê û bilindkirina asta xizmetguzarîyên ku ji rêwî û şirketên balafiran re tên pêşkêşkirin.
Navborî her weha bal kişand ser wê yekê ku deste bi nîyaz e ku asoyên hevkarîyê ligel şirketên cuda cuda yên balafiran ên Erebî û navneteweyî berfireh bike, bi awayekî ku beşdarî xurtkirina girêdana esmanî bibe, û piştgirîya tevgera geştan û pêveguherîna aborî û geştyarî bike.

