Hims-SANA
Di encama bûyereke trafîkê de ku êvara îro Duşemê li ser rêya navdewletî ya navbera Hims û Tertûsê rû da, du kesan jîyana xwe ji dest da. Di bûyerê de, tankereke bi sotemenîyê barkirî wergerîya û bû sedema derketina agirekî mezin, di encamê de rê li ber tevgera trafîkê hat girtin.
Murad El-Ubeyid ku serperiştê tîmeke Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li navenda El-We’irê ya Himsê ye, ragihand: “Demjimêr 8ê êvarê agahîyek derbarê bûyerê gihîşte me. Demildest tîmek ber bi cihê bûyerê ve çû. Derket holê ku tanker piştî ku li nîveka (kolanê) ketiye wergerîyaye, di encama vê de sotemenî rijîyaye û şewateke dorfireh çêbûye”.
El-Ubeyid da zanîn ku karên bersivdayînê nêzî du katjimêran berdewam kir û axaftina xwe wiha qedand: “Sê tîmên piştevanîyê beşdarî karên vemirandina êgir bûn û agir kontrol kirin. Tîman termê her du qurbanîyan jî derxist û ew birin Nexweşxaneya Tilkelaxê, berî ku cihê bûyerê were ewlekirin û rewş vegere barûdoxa xwe ya asayî”.


