Şam-SANA
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di daxuyanîyekê de bi helkefta Roja Cîhanî ya Piştgirîya Qurbanîyên Êşkenceyê, daxwaz kir ku nêzîkbûneke berfireh û rêbazkirî ji bo çareserkirina mîrateya êşkenceyê ya serdema rejîma rûxandî were pejirandin.
Torê dîyar kir ku belgekirina berdewam a ji sala 2011an ve, dide xuyakirin ku êşkence, windakirina bi darê zorê û mirina di girtîgehan de, şêwazekî dezgehane û rêbazkirî yê berfireh bû, û ne tenê binpêkirinên kesane yên tekane bûn.
Torê tekezî li ser wê yekê kir ku êşkencekirin binpêkirineke mezin a qanûnên navdewletî û Peymana Dijî Êşkenceyê ye, û bal kişand ser pêwîstîya eşkerekirina rastîyê, lêpirsîn, qerebûkirina zerermendan û çalakkirina amûrên dadwerîya veguhêz da ku dawî li bêcezamayînê were anîn.
Her weha wê bal kişand ser her du mersûmên avakirina Desteya Dadwerîya Veguhêz û Desteya Niştimanî ya Windabûyan, wekî gaveke sazumanî ya berbiçav ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên bi zorê hatine windakirin û çareserkirina binpêkirinên ku berê pêk hatine.