Şam – SANA
Parêzgehên Sûrîyê di bîst û çar saetên borî de şahidîya barîna baranê bi astên cuda kirin, ku ya herî zêde li gundê Hederê li Quneytirayê bi rêjeya 96 mîlîmetreyan hat tomarkirin.
Li gorî nûçenameya ku ji alîyê Wezareta Çandinîyê ve hatiye weşandin, birrên barana ku barîye gihîştine van astên jêrîn:
Şam û Gundewarê wê: Barîn di navbera 3mm li Muşrîfeyê û 30mm li Hermonê de bû, li Mezeyê jî 15mm hat tomarkirin.
Dera, Siweyda û Quneytira: Li “Heder”ê herî zêde 96mm barî, lê li herêmên din di navbera 8 û 24mm de bû.
Hims û Hema: Bi giştî barîneke kêm bû, li “Eyn Kurûm”ê ji 8mm û li Hims û Misyafê jî ji 5mm derbas nebu.
Tertûs û Laziqîyê: Li “Bûqa”yê 53.8mm û li ” Behlûlîye”yê 45mm hat tomarkirin, lê li bajarê Tertûsê 7mm û li Laziqîyê 26.4mm barî.
Idlib û Heleb: Barîneke ji hev cuda bû, ya herî zêde li “Bedama”yê 28.5mm û li Efrînê 16mm bû, li navendên bajaran jî rêje kêm bûn.
Reqa, Hesekê û Dêrazor: Li “Kesra” û “Um Medfe’” 30mm, li bajarê Hesekê 29mm, li Girê Spî 20mm û li Qamişlo 18mm hat tomarkirin.
Sûrîye di bin bandora nizmefişarekî baranê de ye ku bûye sedema sêlav û lehîyan di rê, mal û kampan de, her wiha rûxan û bûyerên trafîkê jî hatine tomarkirin.