Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî tekez kir ku wefadarîya herî mezin a ku em pêşkêşî hemû Sûrîyên ku di dema şoreşê de fedakarî kirine dikin, avakirina Sûrîya ku gel xeyal dikir e, û xurtkirina bingehên wê ye da ku bibe dewleteke ewle, aram, geş û dadperwer ji bo hemû Sûrîyan.
El-Şeybanî îro Çarşemê di parvekirinekê de li ser platforma (X)ê got: “Em van rojan di salvegera destpêkirina Şoreşa Sûrîyê ya mezin de dijîn. Me bawerî bi Şoreşa Sûrîyê anî, me jîyana xwe da wê û me di rêya wê de kesên ezîz winda kirin.”
El-Şeybanî ragihand: “Di vê salvegera 15emîn de, em nikarin wan xortên ku hîn jî qîrînên wan ên azadî û rûmetê di kolan û qadan de deng vedidin ji bîr bikin, her wiha girtî, windayî, koçber, penaber, şoreşger û mucahîdan.”
El-Şeybanî gotina xwe wiha kuta kir: “Wefadarîya herî mezin a ku em pêşkêşî van hemûyan dikin, avakirina Sûrîya ku gel xeyal dikir e, û xurtkirina rehên wê da ku bibe dewleteke ewle, aram, geş û dadperwer ji bo hemû Sûrîyan.”