Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri′, duh roja Sêşemê li Koşka Gel li Şamê, ligel hejmarek rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl civîya. Di civînê de rola medyayê û destpêşxerîyên civakî di xurtkirina hişmendî û berpirsyarîya niştimanî de hatin gotubêjkirin.
Serok Ehmed El-Şeri’ kêşeyên herî berçav ên navxweyî û geşedanên herêmî pêşkêş kirin, û guhdarîya nêrîn û pêşnîyarên amadebûyan kir. Wî tekez kir ku pêwîst e hemû hewldan bibin yek û bi ruhê tîmekê kar bikin ji bo xizmeta berjewendîya niştimanî û xurtkirina aramî û geşepêdanê.







