Şam-SANA
Rêveberê Rêveberîya Konsulxaneyan li Wezareta Karên Derve û Koçberan Mihemed Yaqûb El-Umer, ragihand ku wezaretê, ji roja destpêkirina sepana MOFA SY di 13ê Mijdara borî de, 12 hezar pirsyar û daxwaznameyên welatîyan çareser kirine.
El-Umer di daxuyanîyekê de ji SANAyê re, dîyar kir ku Beşa Geşepêdan û Cîyawazîyê ya Konsulxaneyê bi rêya îkona “Piştgirîya Teknîkî” ya di hundirê sepanê de, karekî baş ji welatîyan re kiriye û bersiva gelek pirsgirêkên wan daye, ku tîmên pispor karîne nêzîkî 12 hezar pirsyar û daxwaznameyan bi awayeykî kartêker di demeke kurt de ku ne zêdeyî du mehan e, çareser bike.

El-Umer eşkere kir ku welatîyan bêtir giringî dan van beşan:
- Karûbarên pasaportan û belgeyên konsulxaneyê: 4932 pirsyar.
- Sîstema destnîşankirina dema serlêdanê: 3462 pirsyar.
- Pirsyar û pêşnîyarên giştî: 2247.
- Piştgirîya teknîkî: 827 daxwazname.
- Rewşên lezgîn û mirovî: 406 rewş.
- Beşê koçberan: 71 pirsyar.